Bûldan: Dem dema têkbirina faşîzmê ye, ne rûniştina li malê ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li mîtînga li Îdirê axivî û got, "Dem ne dema xeyid û rûniştina li malê ye. Dem dema têkbirina faşîzmê ye. Kes nikare Çepên Kesk rawestîne."

Partiya Çepên Kesk li Îdirê bi beşdariya bi deh hezaran kesî mîtîngek lidar xist. Mîtîng li qada şaredariyê pêk hat û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan tevlî bû. Di mîtîngê de ku jin û ciwan gelekî tevlî bûn, li ber stranên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk govend hate gerandin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, ciwanan dirûşma "Deşta Îdirê hêlîna Apoyiyan e" qîriyan.

Piştî axaftina destpêkê ya aktîvîsta TJA'yê Neslîhan Şedal, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îdirê Aysel Aras axivî. Aysel Aras diyar kir ku ew bi pêşengiya jinan ji bo avakirina jiyaneke nû tên û got, "Hikumeta heyî destketiyên jinan hemû tune kiriye. Jin a xurt civaka xurt e. Em ê hesabê hemû kiryarên li dijî jinan bipirsin û bi jinan biguherînin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî destnîşan kir ku wê desthilatdariya heyî di 14'ê Gulanê de têk bibin û ji ser dîroka siyasî bibin."

Bûldan bi bîr xist ku AKP li qadan ji bo reşkirina partiya wan çi jê tê dike û got, "AKP'ê careke din dest bi derewan û îftirayan kir. Her roj hewl dide me reş bike, gefan dixwe, heqaretê dike û bi vî rengî karê hilbijartinê dimeşîne. Erdoganekî welê li hemberî me heye ku dibêje ew fermanê ji Xwedê digire. AKP olê jî ji bo siyasetê mîna amûrekê bi kar tîne. Erdogan xwe weke pêxember dibîne. AKP olê bi kar tîne. Bêguman di 14'ê Gulanê de em ê pêşî li wan bigirin, em ê wan bişînin cihê ku jê hatine."

Bûldan destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk êdî li her derê ye û kes nikare pêşî lê bigire.

Bûldan diyar kir ku gelê Îdirê wê careke din xwedî li îradeya xwe derkeve û got, "Roj ne roja xeyidê ye, ne dema rûniştina li malê ye. Dem dema têkbirina faşîzmê ye. Dem dema yekîtî û hevgirtinê ye. Eger em karibin vê bi ser bixînin hingî em ê li Îdirê herdu wekîlan jî bi dest bixin. Careke din dibêjim. Li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 3."

Bûldan herî dawî bang li hilbijêran kir ku dengê xwe li binê Partiya Çepên Kesk bixe.

Mîtîng piştî axaftina Bûldan bi konsera Cevdet Bagca bi dawî bû.